22 June 2026 - 11:23
Source: Roj News
Festîvala 6’an ya Fîlman a Jenosîdê li Çemçemalê destpê kir|Wenêyan

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê Festîvala 6’an a Fîlman a Jenosîdê bi tevlîbûna hunermend, xizmên enfal û qurbaniyan û reweşenbîran destpê kir.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Aso Bekirî li ser Festîvala 6’an a Fîlman ya Jenosîdê daxuyaniyek da.

Festîvala 6’an ya Fîlman a Jenosîdê li Çemçemalê destpê kir|Wenêyan

Piştre jî Serokê Desteya Bilind a Festîvalê Muhsîn Edîb axivî û spasiya hemû kesî kir ku amade bû û kêfxweşiya xwe ya ji festîvalê anî ziman û got: “Dijmin xwest bi rêya Enfal û Jenosîdê gelê me tine bike. Em kêfxweşin bi rêya fîlm û hunerê jenosîda bi serê gelê me hatî nîşanî cîhanê didîn.”

Festîvala 6’an ya Fîlman a Jenosîdê li Çemçemalê destpê kir|Wenêyan

Rêveberê Rewşenbîriya Çemçemal û Serokê Festîvalê Îdrîs Şewket jî axivî û got: “Divê em gelê Kurd yekgirtî bin ji bo serxistina dosyaya Enfalê. Ji ber ku ev dosya dosyaya me tevane.”

Piştî axaftinan çend berhemên hunerî stran û mûzîk hatin pêşkêşkirin. Herî dawî jî du fîlmên beşdarî festîvalê bûbûn hatin nîşandan.

Festîvala 6’an ya Fîlman a Jenosîdê li Çemçemalê destpê kir|Wenêyan

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha